Mesase
Dardestê cotyar.
Zana
Şareza, Kesê ku gelek dizane. Dana. Aqilmend. Hişmend.
Zibare
Herewez. Dema ku xelkê gund di karê dirûna dexlûdan an ... hwd de hevkariya hevûdin dikin.
Mercan
Giyandarê ku di nav avê de dijî, û moriyên bedew ji bo xişlên jinan jê çêdibin.
Şarîş
Navê yek ji bajarên mezin ên Sobariyan bûye li sala 1110an a berî zayînê.
Kirosk
Şûrê kevn ê jenggirtî. Kilostik.
Şakar
Karê gelek baş û serûber. Afirandin di karê hunerî de.
Naske
Nazik û zirav.
Hosa
Wisa. Bi vî rengî.
Patîle
Beroşa piçûk.