Şazad
Kurtkiriya şareza û şariza.
Çêliyan
Pirjimara “çêl” e ku dibe texteber û kevirê mezin. Di beyta (Birayim û Mehmel) de Çêliyan navê bajarekê bûye li melbenda Şarwêran.
Azû
Azo. Dêw.
Azaser
Navê wî mêrkî bûye ku çîroka kuştina Rostemê Zal ji Firdûsî re behs kiriye.
Bêrtî
Navê eşîrekê ye.
Xanîle
Gundek e li herêma Riwanser li Kurdistanê.
Qeman
Hişkbûna dara ter. Kaniyek e li ser kopîtka çiyayê Şinirwê li herêma Helebçeyê.
Herdî
Çiyayî.
Kosan
Kiwêstan. Zozan. Navê bajarokekî Kurdnişîn bû di navbera bajarê Kût û bajarê Neimaniye ku bi destê hikûmeta Beis Kurd hatin awarekirin û Ereb anîne cihê wan. Kût û Neimaniye jî di serdemên kevn de Kurdnişîn bûn, lê ew jî bi destê hikûmeta Beis hatin erebnişînkirin.
Kurdo
Ey Kurd.