Botiya

Çiyayek e li Badînan li Başûrê Kurdistanê.

Kewmil

Amaje ye bi keçên gerdenqaz. Serbendê straneke kurdî ye.

Kewkew

Ev nav di bingeh de “Kokeb” a erebî ye bi wateya “stêrk” ku bi kurdî kirine kewkew.

Nawaze

Bijarde. Bitaybetî.

Yane

Peyveke hewramî ye bi wateya mal, xanî, cihê bêhnvedanê.

Senger

Meterêz. Çeper.

Hawraz

Hevqise. Hevrê.

Serbaz

Leşker. Kesê ku diçe xizmeta leşkeriyê. Çekdarê dewletê.

Şiwane

Şivan. Şuwan.

Arşam

Bihêz û zordar. Navê serdarekî Mad e.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!