Zêrevan
Nobedar. Nigehban. Çavdêr. Parêzvan. Pasevan.
Entîke
Entîqe. Kêmmînak.
Nade
Fêkiyên ku zû bigihîje.
Lêzme
Rehêłe.
Erwend
Elwend. Rewşenbîr.
Herşem
Gundek e li herêma Balîsan li Başûrê Kurdistanê.
Zîwa
Guleke spî û bedew û bêhnxweş e. Zenbeq.
Lankê
Landik. Bêşke. Dergûş.
Sûlav
Tavgeh.
Awêje
Zeviya avî.