Pîran
Di soranî de wateya bêhişketinê dide. Navê gundekî ye di navbera Hewram û Merîwanê de.
Mêlaq
Uşiyê tirî ku li banê xaniyan vedikin bona ku di demsala zivistanê de bi kar bînin.
Ferentî
Kevirekî binirx û giran e wek yaqûtê.
Cemîn
Enî. Navçav.
Dilo
Kurtkiriya Dildar. Ey dil.
Parşan
Çiyayek e di navbera rûbarê Qalwê û rûbarê Tetehû li herêma Mukiryan.
Bernav
Zêde nav.
Orzan
Navê govendekê ye.
Anîsk
Henîsk. Dema kesek digel vê ku digrî îsk jî têne wî/wê.
Îrevan
Yerîvan. Êrîvan. Paytexta Ermenistanê ye û gelek Kurd jî lê dijîn.