Darak
Dewlemend.
Ketane
Ketan. Giyayek e ku zêde bilind dibe pûşê wê dişibhe têlê. Perçeyeke spî û nazik e ku jinik wek serpoş bi kar tînin. Straneke feyliyan e.
Lûtke
Kopîtk. Tiropk. Serê çiya.
Kelhor
Kurdên ku bi zaravayê kelkorî diaxifin.
Rewrewk
Tirawîlke. Serab. Ew cihê ku ji dûr ve wiha hizir dikî ku av e, lê dema nêz dibî, dizanî ku ne av e.
Varsa
Navê zozanekî ye li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Jîrbêj
Kesê ku aqilane diaxife.
Radane
Navê gundekî .kurdakincî ye li Nexedeya Rojhilatê Kurdistanê.
Rêjing
Çeka ku fîşengan li pey hev davêje.
Poşen
Cilûberg.