Bêtirme
Navê kaniyekê ye li Şeqlawe.
Fatliye
Fatê. Fatimokê. Fatima piçûk û rihsivik.
Dîbon
Kelheke kevn e li Darebizmaran li rex seyrangeha Selahedîn.
Alav
Amûrê çandiniyê.
Santas
Fermandarekî Mad bûye ku berpirsê hêza peya ya Kuruşê Hexamenişî bûye. Diya Kuruşê navê wê Mandana bû.
Bêxal
Sade. Befra spî. Ava pak. Navê seyrangehekê ye li nêzî Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê.
Mestane
Jinên çavmest û bedew.
Dilpak
Dilê pak.
Ercan
Lahî û dalahî (paranewe). Erjan. Darekî çiyayî ye ku berê wê dişibhe behîvê û bixwe jî dişibhe dara erxewanê.
Efsane
Destanên xeyalî.