Erdewan
Navê pêncem paşayên Eşkanî.
Herale
Kulîlk. Pişkûj.
Mapare
Bedew wek heyvê.
Sorik
Çiyayek e li hemberî çiyayê Sefîn li rexê Şeqlawe.
Înan
Bawerpêkirin. (Wek: Înan bike li ba min nîne).
Reha
Rizgarbûn. Xilasbûn.
Hatan
Bext û şans.
Deydîk
Landik. Helork.
Awezêw
Rûkêşa zîwîn. Tiştek ku bi ava zîwê hatibe rûkêş an jî rengkirin.
Binaw
Di nav avê de nuqim bûye. Binav. Darekî bêber e ku li qeraxa av û rûbaran şîn dibe.