Keşkan
Gundekî Başûrê Kurdistanê ye. Navê pirekî kevn a dîrokî ye li Loristanê ku niha jî şûnwarê wê mane.
Badem
Behîv. Badam.
Sarome
Navê çekekê ye.
Zimnay
Ezmûn. Taqîkirdnewe. Cerbandin. Testkirin.
Arîno
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk ew nav kiriye tirkî.
Kodeng
Hemû deng pêkve.
Dîde
Çav. Xwedî ceribandin.
Pîran
Di soranî de wateya bêhişketinê dide. Navê gundekî ye di navbera Hewram û Merîwanê de.
Same
Peyman, Merc, Qerar, Stargeh, Deyn. Qer.
Heyvik
Heyva yekşevî.