Eynax
Navê çiqekê ye ji hoza Caf li herêma Ciwanroyê.
Herêz
Herêze. Firîzû. Firêze. Ferês. Giyayekî xwerisk û dewamdar e ku pelgên wê nazik û dirêj in û çiqên wê jî nazik in ku bi ser erdê de pan dibin û pel davêjin. Li nav zeviyan û baxçe û peravan şîn dibe û derxistina wê zehmet e.
Dirbas
Şêrê dirr. Segê dirr.
Vajî
Berevajî. Serûbin.
Qurîng
Quling.
Sorik
Çiyayek e li hemberî çiyayê Sefîn li rexê Şeqlawe.
Lenger
Westan. Mener. Wek: Rawestiyana teyran di dema firînê û rawestiyana çopîkêş di dema şahiyê de. Xweragirtin û rawestiyan li cihê bilind û nazîk.
Xayan
Katbirdin. Katgirtin. Wextgirtin.
Sarî
Peyva hezkirinê ye bo bangkirinê.
Herîse
Stêrk.