Xatê
Xatûn.
Dahêner
Afirîner. Kesê ku tiştên nû diafirîne
Binawan
Binewan. Kaban. Kesê ku birêveberê karûbarê nav malê ye.
Yasa
Qanûn. Ew deb û destûr û bingeh û rêkarên nav civakê ku ji aliyê dewlet û parlementoyê ve bo parastin û birêvebirina civakê tê danîn.
Zinak
Navê çiyayekî ye li herêma Îlamê li Başûrê Kurdistanê.
Maznê
Mezin. Gewre. Gundek e di navbera Mêrgesor û Balekiyan li Başûrê Kurdistanê.
Mijgul
Bijang. Mijang.
Şotîle
Xuşîlk ku şîre heye.
Nare
Stranên aram û xweş. Dengê nerm û bisoz.
Siyabend
Navê qehramanê çîroka Xec û Siyabend e, ku dastaneke kevn a evîndariyê ye. Herduk jî xelkê Kêlesîpan a herêma Mehabadê ne ku niha jî gorra wan li wir e.