Şemdîn
Kurtkiriya navê Şemsedîn e.
Xara
Parçeyeke binirx e.
Orfa
Bajarekî Bakûrê Kurdistanê ye. Navê kevn ê wî bajarî Ruha ye.
Reben
Tekûtenê. Jar û perîşan. Soba (sełt, zigortî).
Akam
Encam, Encama kar.
Aşêf
Binkolkirina pincar bona ku bihêz bibe.
Bela
Bûyerên xirab.
Welat
Nîştîman, Warê jiyanê
Gulhinar
Gulên darên hinaran. Nanê fêkiyekê ye.
Herêz
Herêze. Firîzû. Firêze. Ferês. Giyayekî xwerisk û dewamdar e ku pelgên wê nazik û dirêj in û çiqên wê jî nazik in ku bi ser erdê de pan dibin û pel davêjin. Li nav zeviyan û baxçe û peravan şîn dibe û derxistina wê zehmet e.