Daban

Navê gevrî yan girekî ye li pişt çiyayê Pîremegrûn li rexê Silêmaniyê li Başûrê Kurdistanê.

Kejal

Xezal. Ask. Ahû. Biznekêvî. Kejê. Berca belek ku guhê wê spî û reş e. Çavkal.

Zerdewan

Şaxewan. Çiyager. Navê çiyayekî ye li rexê gundê Kêlane li herêma Sine.

Dabêj

Kesê ku ard elek dike. Kesê ku bi gulleyan armanca xwe dihingêve (Be gulle daybêja: Bi gulleyan hingavt).

Hemîn

Sist. Tenbel û îhmal. Kesê xwe ji kar vedidize. Bi giştî. Hemû. Niha. Heya niha. Ev nav zêde li herêmên Menguran û Siwêsnayetiyê heye.

Mamîsa

Mamîşa. Navekî siryanî ye. Giyayekî bejnbilind e ku dişibhe xeşxaşê û gulên zer dide û di nav gula wê de toveke reş a hûr heye. Gundekî Badînan e.

Zehaw

Cihê avezê. Bajarokekî Kurdnişîn e li rexê Kirmaşanê li Rojhilatê Kurdistanê.

Hêro

Gulek e ku wek derman jî tê bikarhînan.

Berhev

Amade. Teyar.

Bager

Gerdelûl, Babelîsk, Bayê tund ku lûl dibe û bihêz e.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!