Adîka
Zozanek e li herêma Dersîmê li Bakûrê Kurdistanê.
Perîzad
Perîza. Zaroka ku ji periyê (firişteyê) çêbûye.
Şalawên
Şanewaz. Dengxweş û bestebêjê baş û kêrhatî.
Mangîle
Heyva ku taze hiltê. Şiklê heyvê di nav alayê de.
Awaz
Stran. Goranî.
Rezazî
Ji peyva Rezaz a erebî ve hatiye wergirtin bi wateya: Genimpakker, kesê ku genim û birinc û dan pak dike.
Şano
Ew sekoya ku hunermend diçe ser û li wir hunera xwe nîşan dide.
Ad
Girav. Hişkatiya nav avê de. Hêz. Şiyan.
Arjen
Kesên ku di sîrkê de bi agir dilîzin.
Mukrî
Navê eşîrekê ye li Mehabadê.