Çelîng
Gulbend. Giyayekî ciwan e.
Rihan
Rêyhan, Gulrihan. Giyayeke yeksalî ye ku pelgên wê wek biharat tê bikaranîn.
Niyer
Minber. Cihê xutbedanê. Gundek e li herêma Hewramanê di navbera Sine û Merîwanê.
Paçîne
Nerdîwan. Peyje. Pêlekan.
Berçin
Selika fêkiyan. Berçine.
Dîle
Cureyek genimê şewitî ê reş e.
Ronako
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Hayman a rexê Enqereyê ku bi destê Osmaniyan bo Bolxaristan û Bosniyê hatine dûrxistin.
Werya
Bi vî awayî. Bi vî şêwazî.
Sapak
Bê mal û hal.
Zebare
Zibare. Herewez. Dema xelkê gund bo karê xwe alîkariya hevûdin dikin.