Jale
Dareke hertim kesk e, lê tama wê tehl e, û pelgên wê kêmekê ji pelgên dara “bî”yê pantir in û gulê spî dide.
Şadî
Kêfxweşî.
Şêrwan
Navê gundekî mezin e ser bi Mêrgesorê li parêzgeha Hewlêrê.
Ciwan
Bedew. Genc.
Zibê
Kurtkiriya navê zibeydayê ye.
Firîsk
Guleke kîvî ye ku buharan şîn dibe.
Perîzad
Perîza. Zaroka ku ji periyê (firişteyê) çêbûye.
Zêd
Nîştiman. Gund, bajar yan cihê ku lê ji dayîk bûbî.
Şêrkuj
Kujerê şêr. Navê girekî mezin e li rojavayê destê çepê yê Silêmaniyê. Gundek e li herêma Leylax a Sine.
Xame
Serşîr. Qeymax. Sertû. Navekî kevn ê jinane ye.