Arîşe
Kêşe. Karê dijwar û bizehmet.
Soma
Ronahî, Bînahiya çav, Hêza dîtinê ya çav, Çirûskeke ronajiyê ji dûr ve. Navê herêmekê ye li Rojhilatê Kurdistanê.
Sinawê
Gundek e li herêma Xoşnawetî li Başûrê Kurdistanê.
Xunçe
Pişkûj. Gula ku hêşta nepişkiviye.
Jawero
Çemê hertim zelal. Melbendek e li Herêma Hewraman li Rojhilatê Kurdistanê ku ji çend gundan pêk hatiye.
Çeleng
Şoxûşeng. Çiqlê darê. Zerfên mezin.
Helîlan
Hozeke Kurd in ji tîreyên Piştko li herêma Loristanê.
Sabaq
Sawaq. Şûn û cihê zêde berfireh.
Dînewer
Herêmek e li rexê bakûrê rojavayê Kirmaşanê. Di kevn de navê wê Mahkûfe bûye
Pelşîn
Giyayek e ku gulên pembeyî an sor û şîn derdike.