Arzen

Gundek e di navbera Asiyawco û Nasirawa li herêma Dêgulan li Rojhilatê Kurdistanê.

Pariya

Navê wî gundî ye ku Kerîmxanê Zend tê de ji dayîk bûbû.

Binav

Di bin avê de.

Pereng

Lerzaneya guharê. Pengir. Sikl.

Berşî

Bi hewramî wate “derket, hate derve”.

Karîn

Şiyan. (Dikarim, Dişêm).

Lawan

Pirjimara peyva “law”e. Wateya genc û xortan dide.

Badîn

Qedeh. Îskan.

Şilove

Barîna berf û baranê pêkve.

Gulfiroş

Kesê ku gulan difiroşe.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!