Gulsînem

Cureyeke gulên çiyayên Kurdistanê ye. Sînem wateya çavgir dide.

Bêrik

Berîk. Gîrfan. Golmekên li nav çiyayan. Cihê dotina pez û ajelan. Bêrik ji bo ramalîna berfê bi kar tê, û dişibhe pêmereyeke devpan û mezin

Qapo

Qapok. Ew tiştên ku lehî digel xwe radimale û davêje qeraxê.

Cîhan

Dunya. Cehan.

Maweran

Gundek e li pişt Şeqlawe. Wî gundî di serdemên kevn de melayekî gelek zana hebûye.

Dengbêj

Kilambêj. Dengbêj. Kesên ku bêy muzîk stranên gelêrî ên kevn dibêjin.

Dûman

Dûkel. Mij. Moran.

Hejend

Seyrûsemere. Ecêb.

Perwar

Perwerdekirî bo serbirînê .

Çira:

Lampe. Ronahîder di tarîtiyê de.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!