Xido
Kurtkiriya navê Xidir e û navê serdarekî Kurd ê Zeiferanlû bû ku serhildaneke çekdarî pêk anî û dixwast Komara Sosyalîstî a Kurdistanê li Xurasanê ava bike.
Waner
Xwîner.
Şaho
Şav. Şawe. Dengê kerwîşkê. Çiyayê pir ji daristan ku zêde ajalên kêwî tê de bin. Çiyayek e ser bi rêzeçiyayê Zagros ku ketiye navbera Pawe û Hewraman û Rojhilatê helebçeyê. Di nav nivîsa Gatayên Zerdeşt de Şaho wek (Eşawo) hatiye.
Sakaw
Navê kaniyekê ye di navbera Bîcat û Dîwandereyê de li Rojhilatê Kurdistanê.
Qerqaş
pezê spî ku dewra çavên wê reş in.
Rewêje
Ew tîxeya ku kevçiyan pê çêdikin.
Helale
Navê gulekî ye. Gulale, Sorgul, Mêlaqe, Rebenok.
Şabez
Serokê bazerganan.
Zêrevan
Nobedar. Nigehban. Çavdêr. Parêzvan. Pasevan.
Nare
Stranên aram û xweş. Dengê nerm û bisoz.