Malûwan
Gundekî Başûrê Kurdistanê ye. Navê wê alavê ye ku zeviya kêlayî pê saf û teraz dikin.
Hîwa
Hêvî, Umîd.
Kaso
Kaşo. Kasî. Navê çiqeke kevn a Kurdan e ku piştî Gotiyan li herêma Kirmaşanê deshilatdarî kirine.
Şaxo
Şaxê piçûk. Amaje ye bi şaxê ajalan û çiyayê piçûk.
Şara
Di navbera dîwarê çalê û genim de (ew çala ku bo hilgirtina genim çêkirine) ka heye ku dibêjnê “Şara”. Gidîşê genim.
Tirûske
Birîqe. Şewq. Ronahî.
Salîn
Salane.
Merîwan
Navê bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye.
Dager
Veger. Hatina ber bi jêr.
Akam
Encam, Encama kar.