Kewmil

Amaje ye bi keçên gerdenqaz. Serbendê straneke kurdî ye.

Bextan

Bedşansî. Bêşansî.

Mawîliya

Gundek e li herêma Barzan li rex gundê Bewirke li Başûrê Kurdistanê.

Bengîn

Kesê ku miriyê tiştekî be û bêy wî tiştî nekare bijî. Bengdar.

Hewêrde

Teyrekî dengxweş ê qelew ê kuncî kuncî ye ku ji reşolekê zexmtir e û aşiqê herzinê ye, û zêdetir li nav zeviyan de tê dîtin.

Defa

Navê jineke Kurd bû ku jenyara defê bû di serdema kevn de, û navê defê ji navê wê hatiye wergirtin. Def di koka xwe de “dep” bûye bi wateya dar an jî texteyeke kevaneyî an jî bazineyî.

Radane

Navê gundekî .kurdakincî ye li Nexedeya Rojhilatê Kurdistanê.

Gulveda

Guldan. Pişkivîn.

Kobîn

Dîtina her tiştî pêkve.

Sawe

Stêrkeke gerok e.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!