Bêja
Qiseker. Axaftinvan.
Xemrewîn
Xema vedirewîne. Xema nahêle.
Rengar
Rengê tox û tarî.
Şaciwan
Şahê bedewan. Keç an kurê bedew û xweşkok.
Bastê
Gundek e li ser sînorê di navbera Bane û Pêncwînê li rexê (Reşedê) li Başûrê Kurdistanê.
Sefîn
Yek ji zincîre çiyayên naskirî ên Kurdistanê ye ku dikeve bakurê rojhilatê Hewlêrê.
Gulsînem
Cureyeke gulên çiyayên Kurdistanê ye. Sînem wateya çavgir dide.
Koşeng
Pirjimara şoxûşeng.
Çawciwan
Çavciwan. Çavên bedew û ciwan.
Tojal
Kêmek. Libek. Cihê ku dexlûdan tê de radigirin.