Nemam
Şêne.
Dartako
Serdarekî Kurd bûye li serdema Kuruşê Hexamenişî.
Jêkan
Navê çiyayekî ye li herêma Bîngolê li Bakûrê Kurdistanê.
Haşme
Bi zazakî wate Heyv.
Gaware
Dola Gawiran. Gawere. Çiqek in ji hoza Goran li Kirmaşanê. Di koka xwe de (Gawirderre) bûye, wate: Dolek ku Kurdên Goran li derdorê jiyabin.
Nexşîn
Bedew û rengîn. Bineqş û nîgar.
Nîwar
Asîman.
Boran
Kirêwe, Kirofe, Bayê tund ku berf û baranê di nav xwe de lûl dide û dibe cihekî din.
Garo
Gargaro: Hêlîna teyran ku di kuna daran de çêdikin.
Ravot
Êrîşî ser wî/ê kir. Rateka. Kete hundir. Ji çawiha ravotan hatiye wergirtin.