Çemane
Piyaleya şerabê. Qedeha şerabê.
Çîlek
Çeper. Teyman. Çît. Şûre. Sûr.
Selan
Navê gundekî ye li herêma Rewanduzê li Başûrê Kurdistanê.
Erjeng
Erdeng. Erceng. Navê pirtûka Manî peyamberê Kurd e ku hemû cure nexş û nîgarek tê de hebûye. Di şahnameya Firdûsî de erjeng navê pehlewanekî toranî bûye.
Qaspe
Qebeqeb. Awaza kewê. Dengê kewê.
Şalaw
Êrîş.
Bêgerd
Pak
Dilbixîn
Dilbixwîn. Kesê dilbirîndar. Kesê dilê wê bixwîn e.
Savo
Gulek e li herêma Badînan şîn dibe û gulên şîn, pembeyî û ... hwd derdike.
Revok
Rihliberê ku ji mirov bitirse û bireve. Tûre û nerihet. Aciz.