Wajaw

Parvekirina cokê bo avdaniyê.

Aşo

Bêhnvedan. Alozî û fitne.

Benaz

Binaz, Nazdar, Kesê ku xwe dinazîne.

Werzane

Werzî. Demsalî.

Mamend

Nîştecih. Mandegar. Navê çiyayekî bilind e li pişt çiyayê Nawzeng li hemberî Nokan li Başûrê Kurdistanê.

Têkoşer

Kesê têkoşînê dike. Kesê xebatkar.

Jîner

Kesê ku tiştekî ser ji nû vejîne.

Kars

Herzin. Herzinê gir. Danek e ku rengê wê wek rengê xalîşînkê ye û tama wê tehl e û saq û gula wê jî wek a cih e.

Badem

Behîv. Badam.

Wêne

Wek. Foto.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!