Pasar
Lêva banê avahiyan. Giwêsebane. Sermoye. Kelkeban.
Xenaw
Gerdenben. Gerdebenî.
Hecîc
Cihê asê û çiyayî. Gundekî xweş û çiyayî ye li Hewramanê.
Balar
Karîte. Darek e ji bo qahîmkirina bendikên rêsandina caciman bi kar tînin.
Dirêşk
Direwş (Derziyeke stûr a mezin e ku çerm pê kun dikin).
Lênaz
Navê straneke kurdî ye.
Bizav
Liv û tevger. Hereket. Livlivîn. Bizivîn.
Zêwar
Qerax. Perawêz.
Bale
Semaya aram a Ewropiyan e ku li Rojhilata Navîn de jî zêde carr e.
Çîmen
Giyayê şîn. Mêrg. Bi kelhorî wate “Em çûn”.