Akoyan
Navê gundekî ye li herêma Balîsan û navê herêm û hozekê ye li rexê Raniyê li Başûrê Kurdistanê.
Aşvan
Aşewan. Kesê ku çavdêriya hêrana dexlûdan dike.
Makwan
Çiyayekî bilind e li Başûrê Kurdistanê.
Zûbîna
Xeynî wê. Xeynî wan herduka.
Rûgeh
Qîble. Ew cihê ku misilman bo nimêjê berê xwe didin wir.
Nebez
Kesê/a ku naveste û li ber xwe dide. Nevest.
Hevrê
Hawrê. Hevalê rê.
Dilsoj
Dilşewitî. Kesê ku dilê wî pak e û bo hevalan dişewite. Xemxwer û birehm e. Serperestekî baş e.
Reben
Tekûtenê. Jar û perîşan. Soba (sełt, zigortî).
Kaniyata
Navê gundekî ye li Badînan li Başûrê Kurdistanê.