Adgar
Azgar. Bi berdewamî. Li pey hev. Peytapeyta. Pesapesa.
Şarê
Rêya pan û sereke.
Xec
Xecîc. Heman Xedîce ye.
Besê
Ji peyva “bes” hatiye wergirtin. Serbendê straneke kurdî ye (Hey Besê emrim Besê). Ew nav li herêma Mengurran zêde heye.
Serdem
Wext. Kat. Dem.
Kepkan
Kepkan û Ser Kepkan. Navê gund û herêmekê ye li rexê Raniye ya Başûrê Kurdistanê.
Aro
Bi hewramî wate Îro, Evro.
Xunçe
Pişkûj. Gula ku hêşta nepişkiviye.
Wariş
Sûra dewra malê û dewra bêstanan.
Xûnav
Şewnim. Aweng. Awing.