Avamiye
Navê bajarokekî Kurdnişîn bû li aliyê Îmarata kurdnişîn a Kurdistana Başûr ku Kurdên Feylî tê de dijiyan, lê li ber siyaseta hikûmeta navendî a girtin, kuştin û derbiderkirina Kurdan ew herêm kete destê Ereban de, û Kurdên ku li wir mabûn jî, di nav Ereban de heliyan.
Karîn
Şiyan. (Dikarim, Dişêm).
Hêwir
Aram û li ser hemdê xwe. Stargeh. Penageh. Wêrekî. Azayî.
Kirmanc
Kirmac. Kurdmac. Kurdmanc. Navê kevn ê Kurd. Beşeke zêde ji nifûsa Kurdan li Bakûrê Kurdistanê. Li herêma Mukiryanê dibêjine gundiyan Kurmanc.
Rezber
Yekem meha payîzê. Dema ku tirî digihîje.
Perwê
Gundek e li Başûrê Kurdistanê.
Hawta
Hevbeş. Hevta. Hemkûf. Wek.
Sûrê
Giyayek e ku pelgên wê wek pelgên gezne (gesgeskê) perper in û rengê wê şîneke nêzî rengê sor e, di nav avê de dikelînin û bendikê qaliyan (caciman) pê reng dikin, ku rengê wê sor e.
Kawe
Navê êş û azarekê ye ku bi sedema karkirina zêde dikeve leşê mirov de.
Stêrk
Stêrk, Isterîk, Estêre.