Hecîc
Cihê asê û çiyayî. Gundekî xweş û çiyayî ye li Hewramanê.
Sawan
Bi hewramî “saw” dibe gul, û sawan dibe “gulan”.
Qelxan
Sîper. Mertal.
Kardoş
Bi wan Kurdan dihate gotin ku li Gîlanê dijiyan.
Pasa
Veşartî. Nediyar. Çavpoşî. Dema pêyê xwe li erdê disûn.
Bedrî
Heyva tewaw. Heyva çarde şevî.
Azîn
Bi zîwê tiştek hatibe çêkirin. Xemilandin.
Ranaw
Nîşandayî. Pîşandiraw.
Hezare
Hatûçûna kerwîşkê li ser berfê. Kevirê qît ê lêva hewzê. Xewherimîn û xeyalên dema razanê. Bîreweriyên hezar salî ên mirinê yan jî jidayîkbûna mirovên navdar, wek (Hezareya Selahdînê Eyûbî).
Dilsoz
Dilsoj. Birehim. Dilovan.