Aron
Nîşaneya başiyê. Naznavê fermandarekî Mada Piçûk bû.
Jamko
Berpirsê zenga dêrê.
Wajaw
Parvekirina cokê bo avdaniyê.
Rêjing
Çeka ku fîşengan li pey hev davêje.
Serdar
Serwer, Mezin, Serok.
Dilpak
Dilê pak.
Pexşe
Kurtkiriya peyva “pexşan”ê ye. Bilavok.
Savire
Navê gundekî ye ser bi herêma Barzan li Başûrê Kurdistanê.
Şole
Peşqela agir.
Dilsoz
Dilsoj. Dilşewitî. Kesê ku dilê pak e û bo hevalan dişewite. Xemxwer û birehm e. Serperestekî baş e.