Taşiye
Mijar. Babet. Kêrhatî.
Kasan
Çiyayê lêj û evraz. Navê çiyayekî ye li herêma Hekarî li Bakûrê Kurdistanê.
Kawyan
Kaweyiyan. Ya Kawe. Çêkiriyê destê Kawe. Giriyan bi dengê nizim. Navê wê alayê ye ku Kaweyê asinger bo şer li dijî Ejdehak hilda.
Tîrêj
Tîşk. Tîrojk.
Dilbixîn
Dilbixwîn. Kesê dilbirîndar. Kesê dilê wê bixwîn e.
Kenî
Keç. Kina. Kenî û Kina du peyvên hewramî ne.
Biyare
Gundekî mezin û dilvekirî ye ku ketiye quntara çiyayê Hewraman li Başûrê Kurdistanê, ku ketiye ser sînorê di navbera Îran û Îraqê de. Ew gund yek ji nezirgehên terîqeta Neqşbendî ye û tijî ye ji bax û baxat.
Firêş
Firîş.
Lawîn
Lavîn. Navê rûbarekî ye li Mehabadê. Bedewî. Lavandin û hebandin.
Pakyar
Yara pak. Yarê pak.