Mazîn
Gundek e li herêma Wanê li Bakûrê Kurdistanê.
Rêje
Sana leşkerî.
Badem
Behîv. Badam.
Bêwran
Gundekî xweş e li aliyê Serdeştê.
Bûkê
Bûk.
Ciwanmêr
Camêr. Xweşmêr. Mirovê çak. Mirovê qenc.
Ad
Girav. Hişkatiya nav avê de. Hêz. Şiyan. Di serdemên kevn de navê Xwedayê “ba”yê bûye.
Parde
Stargeh. Kemîn. Sûra kurt. Şûreya kurt. Boseya nêçîrvan.
Akiran
Agirdan. Cihê agirperistan. Gundekî herêma Qarsê ye li Bakûrê Kurdistanê.
Şûrbaz
Şûrhingêv. şûr heman şemşîr e. Wate şemşîrbaz.