Ciwanmêr

Camêr. Xweşmêr. Mirovê çak. Mirovê qenc.

Dalaho

Navê çiyayekî ye li herêma Rêjaw li Rojhilatê Kurdistanê li nêzî çiyayê Bemo li Dojkirind û Qesra Şîrîn ku mezarê Bawe Yadgarketiye quntara wî çiyayî.

Awûng

Mêlaq.

Çirpe

Dengê hêdî. Piçepiç. Dema xwe di bin pelg û çirpikan (darên hûr) de veşêrî bona ku dijmin te nebîne.

Rezen

Rezde. Çeftiya derî.

Neyrî

Di gatayan de peyva “neyr” di nav zend û pazenda kevn de wateya agir dide. Neyrî wate: Ji cûna agirperistan. Herwiha Neyrî wate ew cûna ku rezvan in. Nehrî yan Neyr herêmek e li welatê Şemdînan. Herwiha çiqek bûne ji Kurdan, ku di kevn de du cûnên Sobar û Goto lê ketine. Mînoriskî û Turdagîn dibêjin: Herêma Neyrî yan Hobişka bi dol û geliyên herêma Botan hatiye gotin ku di dema xwe de dewleteke wan a serbixwe hebûye.

Narê

Serbendê straneke kurdî ye.

Şewçere

Şewçele. Xwarina di dema şevê de.

Mandan

Kolikên ku bi tenê li çiya û zozanan têne çêkirin. Navê keça Ejdehakê paşayê Mad û navê diya Kuruşê Hexameniş bû. Navê gundekî ye li herêma Barzan li Başûrê Kurdistanê.

Eskil

Rejûya geş û sorbûyî. Polên agir. Pengir. Bij. Pereng. Sikil.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!