Helmet
Hêriş. Êrîş.
Dilbirîn
Kesê ku dilê wî bibirîn e. Dilê wî bikul û keser e.
Zirêbar
Bajarê qeraxa avê. Erdê bin avê. Zirêwar. Zerya. Zeliya. Zirêwar goleke piçûk e li rexê bakûrê rojavayê bajarê Merîwanê ku dirêjahiya wê 5 km û panahiya wê jî nêzî 9 km û kûrahiya wê jî 15 km e.
Ajeng
Xeva sivik, Sivke xew. Barîne.
Firîşk
Peşkê avê. Pirîşk. Hêvinê penîr. Şîlawk. Şîlavk.
Erdena
Du gund in di navbera Înişk û Bamerniyê ku gundê wan ê serê Kurdên misilman û yê din Kurdên fele ne.
Çawkal
Çavkal. Çavên kêmreng. Serbendê straneke kurdî ye.
Dilbixîn
Dilbixwîn. Kesê dilbirîndar. Kesê dilê wê bixwîn e.
Gabar
Karwanek ku çêl û ga bar kiribin.
Arvîn
Agirê evînê, Agirê hezkirinê.