Dîsa
Dîsan. Vê carê jî.
Xoşnav
Kesê ku xelk jê hez dike. Kesê ku navê xwe bi başî û qenciyê derxistiye.
Guldeste
Destegul.
Segvan
Kesê ku nîşançiyekî baş be û nîşanê baş dipêke. Nêçîrvan.
Felek
Gerdûn.
Birîqe
Biriqîn. Çilvilîn.
Pakyar
Yara pak. Yarê pak.
Kewxal
Bedew wek xala kewê. Amaje ye bi dilbera bedew û şox û şeng.
Şemame
Şemamok. Fêkiyeke bêhnxweş e ku xalxal û piçûk e û rengê kalekan dide.
Efsane
Destanên xeyalî.