Şamî
Şimtî. Zebeş. Şûtî. Şiftî. Genime şamî. Gulegenim. Kurtkiriya navê Şamirad. Xelkê Şamê. Naznavê helbestvanê nemir Şamî Hersînî ye.
Şewhewar
Şevbêrka li zozanan.
Bijwîn
Paqij.
Kirmanc
Kirmac. Kurdmac. Kurdmanc. Navê kevn ê Kurd. Beşeke zêde ji nifûsa Kurdan li Bakûrê Kurdistanê. Li herêma Mukiryanê dibêjine gundiyan Kurmanc.
Anêşa
Peyveke hewramî ye bi wateya: Ew (Ewan), evane (Emane), ew (Ew).
Werjên
Bi kelhorî wate libergirtin (kopîkirin).
Sarme
Berê giyayekê ye ku wek derman tê bikarhînan û gelek binirx e. Dolmeyên pelgan. Cureyeke “hirmî”yê ye.
Mendane
Mendok. Mendê.
Xencer
Şûr. Kêrika dirêj a destikdarîn ku zemanê berê dixistin ber şûtka xwe de û şer pê dikirin.
Arîno
Navê kurdî yê gundekî bûye li Bakûrê Kurdistanê ku dewleta Tirk ew nav kiriye tirkî.