Erjing
Erjin. Dareke çiyayî ye ku berê wê dişibhe behîvê û bixwe jî dişibhe dara erxewanê.
Sekir
Daxistin (Dergake serkir ke). Paşmayiyê Sekayiyan in. Piştî şikesta Manayiyan heyamekê deshilat kete destê Sekayiyan.
Dîber
Şîrove.
Yaso
Navê stranbêjekî Kurd e li herêma serhed a Kurdistana Bakûr.
Espîn
Hore. Powaz. Darê ku dixin nîveka şeqa darê, bona ku herdu aliyê darê negihîjin hevdu, û piştre bikarî bi bivir wê darê bişkînî.
Berzîn
Kulavê ku di bin zîn û kurtanê de davêjin ser pişta hesp û keran.
Nojîn
Nûjîn. Jiyaneke nû. Vejiyan.
Mazin
Mezin. Gewre. Serokhoz.
Şêrvan
Şivanê Şêran. Xwediyê şêran.
Gawero
Di koka xwe de gawirro bûye wate: Çemê ku Kurdên Yarsan li qeraxê jiyabin. Rûbarê gawiran. Navê çemekî ye di navbera Sine û Kamyaranê.