Bêresa
Ew cihê ku pez amade dikin bo dotinê.
Wervîn
Dilopkirin.
Jêder
Bingeh. Regeza peyvê.
Kîvî
Kêwî. Çiyayî.
Kawên
Çiyayê bilind û kevirîn. Birêz û hêja. Hêvî. Arezû.
Senger
Meterêz. Çeper.
Tirîfe
Ronahiya heyvê. Şewqa heyvê. Ew derd û nexweşiya ku hûyrêwiyê ajelan hişk dike.
Erxewan
Dareke pelgpan a naskirî ye ku gulên wê sor lê nêzî rengê pembeyî ne. Hindek caran heya 12 metroyan dirêj dibe. Navê wê yê zanistî "Cercis siliquastrum" e.
Hecîc
Cihê asê û çiyayî. Gundekî xweş û çiyayî ye li Hewramanê.
Gulhezî
Hezkirina ji gulê.