Herêm
Derdora gundan ku nayê kêlan û milkê hemûyan e. Melbend. Parêzga.
Kaşok
Navê çiqeke piçûk a Kurdan e ku di xîvetan de dijiyan û zêdetir li derdora herêma Orfa (Riha)yê jiyan kirine.
Xecan
Xecê. Xec. Xecîc. Bedew û rind.
Rêbwar
Rêvîng. Rêbar. Kesê ku ketiye rê û diçe.
Star
Dapoşîn. Aramî. Oqre.
Sûrê
Giyayek e ku pelgên wê wek pelgên gezne (gesgeskê) perper in û rengê wê şîneke nêzî rengê sor e, di nav avê de dikelînin û bendikê qaliyan (caciman) pê reng dikin, ku rengê wê sor e.
Ciwanro
Navê bajarekî Rojhilatê Kurdistanê ye.
Xawer
Rojhilat
Yaşan
Yaşa. Xwezî.
Rewan
Her tiştê ku diherike wek: Ava rewan, Hespê rewan. Xwendina rewan û bê kêşe.