Esperêz
Navê gundekî ye li aliyê gundên “Nugil” û “Miyane” a ser bi Hewramanê, di navbera Sine û Merîwanê de li Rojhilatê Kurdistanê.
Elha
Arezû. Hêvî. Tase. Tema. Meraqkirin bo dîtina kesekî yan ... hwd.
Dîcle
Rûbarekî mezin ê Kurdistanê ye ku ji deh çeman pêk tê, û qedîm gotinê “deçiłe” wate deh çiq.
Rêçkewan
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Hayman a rexê Enqereyê ku bi destê Osmaniyan bo Bolxaristan û Bosniyê hatine dûrxistin.
Henav
Hinav. Hundir. Nav zik
Gulşah
Şahê gulan.
Gulgezî
Sorgewez. Sorê tarî.
Mêhvan
Mêvan.
Pariya
Ew gundê ku Kerîmxanê Zend tê de ji dayîk bûye.
Serbixwe
Azad.