Toraw
Kesê ku sil bibe. Kesê ku qehirîbe.
Bager
Gerdelûl, Babelîsk, Bayê tund ku lûl dibe û bihêz e.
Berwar
Beroj. Tiştê xwar û xîç. Takêş. Ser aliyekî de xwarbûn. Li hindek herêman tê wateya “rêkewt”, lê gelek ji zimanzanan bikarhînana peyva “berwar” di cihê “rêkewt” de şaş dizanin.
Adan
Erdê bibereket.
Dimdim
Kelha Dimdim ku sala 1609an ji aliyê Xanê Lepzêrîn ve hatiye avakirin. li 18 km a başûrê rojavayê Urmiyê li nêzî geliyê Qasimlo hilketiye.
Bizot
Darê ku serê wî agir pê ve be.
Meyre
Meyro. Penîr û lorikê têkel.
Adem
Hezretê Adem
Naske
Nazik û zirav.
Çawbaz
Jina çavciwan. Çawçirên. Kesê/a ku çavê xwe digerîne.