Madosa
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Kerkûkê, ku ji aliyê dewleta Osmanî ve bo Qibrisê hatine dûrxistin û li wir hatine asîmîlekirin û bûne Tirk.
Behare
Peydabûyî di demsala buharê de. Genimê buhare.
Xoşeng
Xoşeng e (Her bixwe bedew e. Bedewiya xwerisk).
Ferzan
Zana. Zanîn. Qavet.
Hêdî
Aram. Ser hemdê xwe. Hêmin
Wajam
Çiyayek e li Hekariyê li Bakûrê Kurdistanê.
Dotmîr
Keça mîr.
Atliya
Navê bajarekî kevn ê Hewramanê bûye, li derdora 885 salan berî zayînê ku bi fermana Aşûr Nazîrpal hatiye şewitandin.
Aşot
Befra ku di quntara çiya de kom bûye.
Pasîn
Deştek e li rojhilatê Erzirûmê li Kurdistana Tirkiyê.