Azîz
Ezîz. Hêja. Xweşdivî. Hezkirî.
Kurdemîr
Kurdê mîr. Kurê emîr û serok.
Savire
Navê gundekî ye ser bi herêma Barzan li Başûrê Kurdistanê.
Rewge
Welatê duyem piştî awarebûnê.
Aşûr
Navê kurê Sam bû. Sam jî kurê hezretê Nûh bû. Navê Xwedayê Aşûriyan bûye. Aşûr navê welatekî kevn û mezin bû li navbera rûbarê Dîcle û çiyayên derdorê, û paytexta wê jî her Aşûr bû li nêzî rûbarê Dîcleyê û başûrê Mûsila îroyîn.
Wajaw
Parvekirina cokê bo avdaniyê.
Aşme
Peyveke zazakî ye bi wateya heyvê.
Mêrxas
Mêrê wêrek û netirs. Mirovê baş.
Bêhzad
Mirovê qenc. Ji tuxmê mirovê baş û qenc.
Fama
Zîrek. Têgihîştî.