Pere
Ew zewiya ku di dema kêlanê de nakeve ber gasin.
Balîne
Mezirgeya ku hewîrê pan dikin ser wê û piştre li tenûrê didin. Rifêde.
Pijan
Hevbaziya di sporê de ku bersinganê dikin. Guliştê. Zoranbazî. Dema ku xwîn ji pozê kesê bê.
Şero
Kurtkiriya navê Şerîf e. Xwedîavrû. Naznavê balabanjenê Kurd ê xelkê Gurcistanê ye.
Çetîn
Çetin. Zehmet. Dijwar. Ne hêsan.
Lazo
Ho lawo!. Ey ciwan!.
Mêlaq
Uşiyê tirî ku li banê xaniyan vedikin bona ku di demsala zivistanê de bi kar bînin.
Şorretû
Dara tûyê ku çiqên wê şorr dibin.
Wesan
Jikarketin. Wisa.
Garosa
Navê hozeke Kurd bûye li herêma Wanê ku ji aliyê dewleta Osmanî ve bo Qibrisê hatine dûrxistin û li wir hatine asîmîlekirin û bûne Tirk.