Xenî
Bikeyf. Bikêf. Li ser keyfê. Kêfxweş.
Gilor
Bazine. Xirxal.
Saros
Bajarek bûye li herêma navrûbaran (mezopotamiya) di serdema Madan de ku di nav xaka Kurdistanê de bûye, lê niha şûnwarê wê nemaye. Yek ji fermandarên Mad bûye di serdema Ejdehak de, ku li şerê digel Kuruşê Hexamenişî de hate kuştin.
Esro
Bi kelhorî wate şaxê ajalan.
Biskan
Rîşalên li ser pelgên genimeşamiyan. Pirjimara peyva “bisk”.
Xane
Xanê. Navê kevn ê bajarê Pîranşarê ye li Rojhilatê Kurdistanê.
Feroşe
Giyayek e bo derman.
Perê
Kurtkiriya navê “Perî”yê.
Aso
Sûya asîman û erdê. Xêza dawiyê a bi hev gihîştina erd û asîman, ku bi çav wisa tê dîtin.
Aştîxwaz
Kesê ku lihevkirin û sulhê dixwaze.