Dajgir
Dajgîr. Bêjing.
Pelûle
Ardepelû. Xwarinek e ji ard û rûn tê çêkirin.
Dilbaz
Dildanîdan.
Rûnas
Giyayek e.
Toraw
Kesê ku sil bibe. Kesê ku qehirîbe.
Nakaw
Ji nişkê ve.
Hesîn
Pêzanîn. Agehdarbûn. Hestpêkirin.
Yeman
Gelek bihêz. Netirs û wêrek. Jîr û peyt. Di stranên kurdî de "Ax û yeman" zêde tê bikahînan.
Xeyro
Dexlê sala borî ku rijiyabe û cardin şîn bûbe. Amaje ye bi karê baş û qenc.
Kehî
Kewî. Kedî.