Lêwar

Qerax. Rex. Lêva banê avahiyê.

Gerdûn

Zemane. Avhilkêş

Acax

Eşkere. Xuya.

Serxêl

Serokê êlê.

Saz

Alaveke muzîkê ye. Dilxweş. Dewlemend. Amade.

Asos

Yek ji wan çiyayên asê ye li Başûrê Kurdistanê, ku ji “Qeladizê” ve dest pê dike heya ku digihîje “Mawet”ê.

Pepûle

Perwane. Nimnimok. Pelatînk.

Cango

Kurtkiriya cehangîr.

Bakasiya

Navê bajarokekî ye li herêma Bedre ku Kurdnişîn bû, lê ji aliyê Beisê ve hate teirîbkirin.

Bercewen

Berçavan. Ew hinda ku çav dibîne. Dîmen. Çavediyar. Çavenaz.

Tu dixwazî agehdarê dûmahîk babet û nûçeyên me bibî?
Ji kerema xwe biryar bide!