Xido
Kurtkiriya navê Xidir e û navê serdarekî Kurd ê Zeiferanlû bû ku serhildaneke çekdarî pêk anî û dixwast Komara Sosyalîstî a Kurdistanê li Xurasanê ava bike.
Terxûn
Pincarek e.
Mazin
Mezin. Gewre. Serokhoz.
Qetmer
Rengê mor.
Şehêne
Şehên. Şahên. Teyrekî nêçîrvan a çavciwan e.
Zatore
Newî. Newîçirk. Nebîre
Werdan
Berdan. Beredayîkirin. Lê zêdekirin. Zeviya ku du caran bê kêlan.
Germîn
Sohbetên germ.
Kejawe
Dara ku li ber tenişta dîwar dixin bin karîteya ban de. Du sinduqên darîn ên sîvandar bûn ku datînane ser pişta hesp û hêştiran û lê siwar dibûn. Zêdetir xan û pîr û îxtiyar dema ku ji Mekke û Medîneyê vedigeriyan lê siwar dibûn.
Dilrifên
Bedew û dilgir. Li ber dilan.